Îsraîl li Lubnanê berê xwe dide nuqteyên nû yên stratejîk

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz anî ziman ku destûr ji artêşê re hatiye dayin ku nuqteyên nû yên stratejîk ên li Lubnanê kontrol bike.

Katz anî ziman ku armanca biryara ku bi Serokwezîr Binyamin Netanyahu hate wergirtin, astengkirina êrişên li ser wargehên li bakurê Îsraîlê ye.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku Tumena 91'emîn a ji eniya bakur berpirsyar li nuqteyên cuda yên stratejîk ên li Başûrê Lubnanê hatiye bicihkirin.

Berdevkê artêşê ragihand ku ev yek "operasyona bejahî" nîne û îdîa kir ku ji bo parastina sivîlên li ser sînor tedbîreke taktîkî ye.

Îsraîl ji agirbesta Mijdara 2024'an û pê ve li xaka Lubnanê li pênc nuqteyên stratejîk leşkerên xwe bi cih kiribû.

Piştî ku yekîneyên Îsraîlê bi pêş ve çûn, artêşa Lubnanê ragihand ku xwe ji hin jîngehên li ser sînor ên li herêma Bînt Cûbeylê vekişandiye.

Li gorî artêşa Îsraîlê roja Duşemê li seranserê Lubnanê zêdeyî 70 êrişên hewayî kir.